• DOLAR 32.377
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2411.123
  • ...
Li Şerîaya Rojava 4 jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di navbera artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst û Filistîniyan de li gelek bajarên Şerîaya Rojava de xîqaş hene.

Di pevçûnên ku doh derketin de 4 jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat îfadekirin ku Îbrahîm el-Hac Elîyê 24 salî li Nablusê di guleberdana ku ji teref leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst ve hat vekirin de şehîd bû.

Li Rimêlanê, ji ber gulebarana îşxalkerekî Cihûyî Muhammed Abdurrahman Fevvaka yê 21 salî canê xwe ji dest da.

Di êrîşa bi navê leşkerên rêjîma siyonîst ser gundê Bûdrûsê li 40 kîlometran li rojavaya Şerîeya Rojava ya îşxalkirî, ciwanekî Filistînî bi navê Cibûrî Avad şehîd bû û kesek jî birîndar bû.

Leşkerên rejîma siyonîst ciwanê bi navê Ehmed Sadûk li Kampa Penaberan a Ed-Dehîşe ya Beytlehmê bi guleya li serê wî qetil kirin.

Li gundê Şekba yê li rojavayê bajarê Rimêlanê 2 Filistînî şehîd bûn.

Piştî operasyona ku Tevgera Hemasê roja şemiyê 7ê Cotmehê dest pê kir, şer û pevçûn li bajar û bajarokên Şerîeya Rojava di nav wan de Quds, El-Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Qelqeliyayê didomin.

Hat diyarkirin ku di pevçûnan de herî kêm 1000 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir