• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Hizbullahê Libnanê: Armanca komkujiyan derxistina xelkê Xezzeyê ji herêmê ye, divê em rê nedin vê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Safî El-Dîn anî ziman ku artêşa îşxalker neçar ma ku xelkê Xezzeyê ji axa xwe biterikîne û got, ji ber vê yekê wan komkujiya hovane li Nexweşxaneya Baptist pêk anîn û di encamê de bi sedan zarok, jin û sivîl şehîd bûn.

Safî Eldîn amaje bi daxuyaniyên Serokomarê Misirê Sîsî yên derbarê plana sirgûnkirina xelkê Xezzeyê bo Sînayê kir û tekez kir, ku ev plan cidiyet nîşan dide.

Safî El-Dîn bal kişand ser bêhêziya rejîma siyonîst û Emrîqayêê û got: “Îro Netanyahu û Biden li hember îradeya xelkê Xezzeyê tevî bombebarankirin, kuştin û şandina wan ber bi başûr ve, li hember îradeya xelkê Xezzeyê rû bi rû ne. "

Safî Eldîn bal kişand ser wê yekê ku rejîma îşxalker tevî hemû serkirdayetiya xwe ya leşkerî û ewlekarî tevlihev, lawaz û ditirsîne û got: “Agahiyên me hene ku Emrîqayan jî ji bo aramkirina şok û tirsa Israîlê hatine.”

“Heta ku zilma Emrîqayê hebe ew ê herêma me rehet neke”

Safî El-Dîn bal kişand ser wê yekê ku divê hemû alema Îslamê berpirsyariya xwe bi cih bîne û ji bo piştgiriya Xezzeyê rabe ser piyan û weha got: "Ji bo ku Xezze nekeve divê em îro erka xwe bi cih bînin. Bi îzna Xwedê wê nekeve! Heya ku hebe. Zilma Emrîqayê ya li vê dinyayê, wê herêma me rehet be. Îro cîhan yan wê bi Xezze û mafên wê re be, yan jî wê bi Emrîqa, Îsraîl û welatên xerab ên rojavayî re be.”

Serokê Meclisa Rêveber a Hizbullaha Libnanê Haşim Safî Eldîn di berdewamiya axaftina xwe de weha got: “Niha dema wê hatiye ku xelkên herêmê û misilmanên herêmê li dijî zilma Emrîqayê dengê xwe bilind bikin.”

Ji Emrîyê re hişyarî: Ew ê bersiva xetayên ku hûn bikin wê mezin bibe

Safî Eldîn di hişyariyên xwe yên ji bo Emrîqayê de weha got: "Berxwedana Libnanê bi biryar, hêz û hevkêşeyên ku çêkiriye bi hezaran qat bi hêztir e. Hişyar bin, hişyar bin ku xeletiyan nekin! Ew ê bersiva xetayên ku hûn bikin wê mezin bibe. Ji ber ku tiştê me ji yê te xurtir e." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir