Lîbya: Êrîşa îsraîlê ya li ser nexweşxaneyê sûcekî hovane ye
Ebdulhemîd Dîbeybe Serokwezîrê Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku êrîşa eejîma siyonîst a ku li ser Nexweşxaneya Baptist (Ehlî Ereb) li Xezeyê kir de sûcekî hovane ye.
![Lîbya: Êrîşa îsraîlê ya li ser nexweşxaneyê sûcekî hovane ye](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ZudCn0JJLQnfre7Fe8DeCNDBs9U=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/42/libya-erisa-israile-ya-li-ser-nexwesxaneye-suceki-hovane-ye-63614413.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Serokwezîr Dibeybe bertek nîşanî êrîşa Rejîma îşxalker a Siyonîst a li ser Nexweşxaneya Baptist (Ehlî Ereb) a li Xezeyê da û got: "Li Xezeyê ku hêzên îşxalker a îsraîlê li Nexweşxaneya El-Ehlî ya Baptîst xistin, sûcekî hovane ye. Em vê sûcê şermezar dikin. Birina êrîşê ya li ser tesîsan sûcê şer e û divê ev êrîş bi dawî bibe."
Dibeybe her wiha bang li hemû dewletan û bi taybet dewletên mezin kir ku pêşîya sûcên rejîma dagîrker bigirin û korîdorekê ji bo alîkariyên mirovî bigihînin Xezeya ku di bin dorpêçê de ye vekin. (ÎLKHA)