Piştî jenosîda nexweşxaneya li Xezeyê li Şerîeya Rojava xwepêşandanên girseyî tên kirin
Gelê Şerîeya Rojava piştî êrîşa ku rejîma dagirker a siyonîst li ser Nexweşxaneya Ehlî Ereb a Xezeyê pêk anî û di encamê de herî kêm 500 kes şehîd bûn, rabûn serhildanê.
Piştî jenosîda nexweşxaneyê ya li Xezzeyê, gel li Şerîeya Rojava dest bi çalakiyên girseyî kirin
Li bajarê Ebû Dîs ê li rojhilatê Qudsê ji hoparlorên mizgeftan banga seferberiyê hat kirin û wiha hat gotin: "Şerm e ku em li hemberî tiştên li Xezzeyê diqewimin bêdeng in... Em bang li we dikin ku seferberiya civakî bikin." (ÎLKHA)