Erdogan bi Serokomarê Îranê ra hevdîtinê kir
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ragihandinê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bi telefonê axivî.
Di hevdîtinê de pêvajoya bi êrîşa rejîma îşxalker a li Filistînê, zêdebûna rageşiya li herêmê û gavên ji bo çareseriyê bên avêtin hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de Erdogan diyar kir ku ji bo aştiya herêmê û cîhanê ji bo aştiya herêmê û cîhanê bi lez bidawîbûna pevçûnan girîng e, Tirkiye ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê gelek hewl dide û divê ji gavên ku rageşiyê zêde dikin xwe dûr bixin. (ÎLKHA)