• DOLAR 32.644
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2441.492
  • ...
Mela Mahmut Kilinç: Herba li Fîlîstînê herba Îslam û Kufrê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê ji bo şermezarkirina qetlîamên rejîma siyonîst a îşxalker ku li Xezzeyê dike li Dîyarbekirê mitîngek li dar xist û piştgirîya xwe ya ji bo Operasyona Tofana Eqsayê ya berxwedanê li dar xist.

Mela Mahmut Kilinç di mîtîngê de axivî û diyar kir ku îşxala li Filistînê ne îşxalekî ku doh dest pê kiriye.

Kilinç diyar kir ku rejîma siyonîst 75 sal in gav bi gav Filistînê îşxal dike û weha got: "Ev 17 sal in Xezze ji her alî ve hatiye dorpêçkirin. Siyonîst nahêlin ku gelê Xezzeyê hewcedariyên xwe bi cih bîne. Cîhan jî ev zilmê tenê di televîzyonan de tamaşe dike. Êrîşên sîstematîk ji roja ewil û vir ve dewam dikin. Qatilên siyonîst li nexweşxane, avahî, tesîsên tenduristiyê û konvoyên însanî dixin."

“HAMAS, bi zimanê ku ew pê fêhm dikin ji wan re bersivê dide”

Kilinç diyar kir ku sîyonîzm xençereke ku di dilê ummeta Îslamê de asê maye û weha got: "Li hemberî vê wehşetê deng dernakeve. Yên dinê tenê bi şermezarkirinê razî dibin. Ji ber vê yekê Filistîn hewl dide xwe biparêze. HAMASê bi zimanê ku ew pê fêhm dikin ji wan re bersivê dide. Di vê çarçoveyê de operasyona Tofana Eqsayê dan destpêkirin. Derheqê çareseriya du alî de diaxivin. Du alî tineye. Li aliyekî rejîma qatil a hov heye, li aliyê din jî însanên mezlum hene, kesên bindest, sêwî û qehremanên ku bi derfetên xwe razî ne hene. Di rewşeke wiha de em ne bêalî ne. Em alîgirê Filistîn, Xezze û HAMASê ne."

“Ev herb, herba Îslam û Kufrê ye”

Kilinç, diyar kir ku bêdengiya cîhanê ya li hemberî vê zilmê di dîrokê de hatiye qeydkirin û dûre weha got, "Doza Filistînê ne tenê doza Ereban e. Doza Filistînê doza ummetê ye. Li Qudsê binêrin, ger Quds esîr be temamê ummetê êsîr e. Ger Quds azad be hemû ummet jî azad e. Heta Quds fetih nebe  di nav ummeta Îslamê de yekîtî çênabe. Divê ummet ji bo fetha Qudsê destê biratiyê dirêj bike."

Kilinç dûre axavtina xwe weha berdwam kir, "HAMAS ne tenê bi Îsraîlê re şer dike. Li hemberî hemû dewletên pozbilind, Emrîqayê, Îngilîstan û Yekîtiya Ewropayê şer dike. HAMAS bi balafirên şer û teknolojiya cîhanê re şer dike. Ev şer şerê Îslam û kufrê, şerê heqîqet û derewê ye."

“HAMAS, efsaneya nemexlûbbûna rejîma îşxalker hilweşand”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku xelkê Xezzeyê wek ku diçin dawetekê ber bi mirinê ve diçin; Kilinç îfade kir ku tu kes nikare miletê ku li ber mirinê ye têk bibe û weha got: "HAMASê efsaneya nemexlûbbûna rejîma îşxalker hilweşand, efsûna Mossadê betal kir. HAMASê Qubeya Hesinî kir wek kevgîrê. Ew digotin tu tişt nikare ji Qubeya Hesinî derbas bibe."

“Bi xîret bin, hûn jî herî kêm qasî xîreta ku Ewrupayî nîşan didin bin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de bang li serokên welatên îslamî kir û weha got, "Bi xîret bin, hûn jî herî kêm qasî xîreta ku Ewrupayî nîşan didin bin. Rayedarên Emrîqayê ji hezarî kîlometreyan tên û piştgiriyê didin Îsraîlê. Ji vê yekê şerm bikin, bitirsin ey rêberên Îslamê. Hey Serokên Welatên Îslamê! Ger hûn ji vê yekê şerm nakin, bi kêmanî ji nijada xwe şerm bikin. Hûn Ereb in. Ji birayên we yên Ereb re zilm tê kirin. Mesulîyeta we heye. Weke ku Saddam û Qedafî îdam kirin wê rojekê we bikujin. Ji ber vê yekê ji birayên xwe yên Filistînî û Xezzeyî re alîkariyê bikin."

Kilinç di dwîy axavtina xwe de weha got, "Ji bilî serokan, wezîfeyên misilmanên tirk û kurd jî hene. Tirk neviyên Abbulhamîdê Duyemîn in. Abdulhamîd tu carî axa Filistînê nefirot. Ey rayedarên Tirkiyeyê, têkiliyên xwe bi rejîma îşxalker re bi temamî qut bikin. Heke hûn nikarin vê bikin, bi kêmanî sînor vekin. Kurdên Misilman neviyên Selahedîn in. Sînoran vekin da ku ev civak bigihêje alîkariya Xezzeyê. Hemû kurd û tirk li hemberî Filistîn, Xezze û HAMASê mesul in." (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir