Zarokên Fîlîstînê, ji bona ku cenazeyên wan bên tespîtkirin navên xwe li ser kefa destê xwe dinivisînin
Zarokên li Xezzeyê ku ji hewa, bejahî û deryayê va ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve hatiye lêdan, navên xwe li ser kefa destên xwe dinivîsin da ku malbatên wan piştî bombebaraneke muhtemel termên wan nas bikin.
Di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Xezzeyê di nava hefteyekê de li darxist de herî kêm 750 zarok şehîd bûn.
Li Xezzeyê ku nêzî 7 hezar ton bombe lê hatin avêtin, heta niha 2 hezar û 329 kes şehîd bûne û 9 hezar û 42 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji sedî 66ê şehîdan zarok û jin in.
Zarokên li Xezzeyê ku ji hewa, bejahî û deryayê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve hat lêdan, dest bi nivîsandina navên xwe li kefa destên xwe kirin da ku malbatên wan piştî bombebaraneke muhtemel termên wan nas bikin.
Wêneyên herêmê trajediyê eşkere dikin. (ÎLKHA)