• DOLAR 32.651
  • EURO 35.409
  • ALTIN 2477.92
  • ...
Li Sêwasê otobusa rêwiyan qelibî: 7 mirî, 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li cihê Yazyurdu ya li ser rêya Pinarbaşi-Gurûnê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a ku di navbera Stenbol û Wanê de diçû û heta niha navê ajokarê wê nehat zanîn qulibî.

Li gor tespîtên ewil di qezayê da 7 kes li cihê bûyerê mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, polês û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.

Ekîbên îtfaîyeyê camên otobusê şikandin û rêwiyên ku asê mabûn xilas kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Hêzên ewlehiyê ji bo ku rê li ber qezayên din neyên girtin, tedbîr girtin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir