• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Wezîrê Karên Derve Fîdan bi Sîsî re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fîdan îcabetî daweta Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samîh Şukrî kir û a niha li Misirê zîyaretek fermî pêk tîne.

Hakan Fîdan li Qahîreya paytexta Misirê bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Annalena Baerbock re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de êrîşên sîyonîstên îşxalkeran yên li Xezzeyê hatin gotûbêjkirin. 

Wezîr Fîdan di çarçoveya zîyaretê de bi Serokomarê darbekar yê Misirê Abdulfettah es-Sîsî re jî hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de rewşa Xezzeyê hat peyvîn.

Wezîr Fîdan ewê bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Wezîr Şukrî re jî hevdîtin bike. Tê texmînkirin ku di hevdîtinê de mijara herî muhîm a rojevê ewê problema Xezzeyê be.

Fîdan û Şukrî di havdîtinan de têkilîyên dualî, bûyerên rojane yên li herêmê û mijarên navneteweyî ewê biaxifin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir