• DOLAR 32.517
  • EURO 34.938
  • ALTIN 2423.75
  • ...
Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî: îsraîl, li Xezze û Libnanê fosfora sipî şixuland
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de weha got, “Şixulandina fosfora sipî ya li Xezzeya ku ji herêmên ku di dinyayê de nifûsa herî zêde ye, rîska li dijî sîvîlan mezin dike û hiqûqa însanî ya navneteweyî îxlal dike.”

Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî, weha destnîşan kir, “Li Libnanê di 10ê Cotmehê de, li Xezzeyê jî di 11ê Cotmehê de vîdeoyên ku hatine kişandin hatine rastkirin û ev vîdeoyan nîşan didin ku li Xezze û Libnanê fosfora sipî hatîye şixulandin.”

Rêxistin, diyar kir ku çek û bombeyên ewakî di sîvîlan de dibe sedema birînên kur û dirêj. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir