• DOLAR 32.577
  • EURO 35.083
  • ALTIN 2460.27
  • ...
HAMAS: Berxwedan ji êsîran re îşkence nake
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nassar îddîaya ku ew êsîran dikujin û îşkenceyê bi wan dikin derewand û weha got, “Kuştina berxwedanê ya êsîran û îşkencekirina ji wan re ne mimkin e. Sûcdarên rast û xwedîyê destên bixwîn, wan îşxalkerên ku rastîyê vedişêrin in. Hêzên berxwedanê, bi êsîran re wek însanan miameleyê dike.”

Nassar di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Ez hêvî nakim ku hêzên îşxalkeran ji ber tirsa Fîlîstînîyên ku xwedîyê axên xwe ne herekatekî li ser rûyê erdê lidar bixin.”

Nassar qala armanca operasyona Tofana Eqsayê kir û got ku ew ji ber vê operasyonê ne poşman in û axavtina xwe weha zêde kir, “Armanca me xelaskirina axên me ye, em zanin ku bedêla wî giran e. Em zanin ku dengeya qewetê ne li alîyê me ye. Dinya li hemberî me adil nîne. Encax berxwedana xelkê me, bawer dike ku ew ê ev qewetê veguherîne.”

Di dawîya axavtina xwe de Nassar weha got, “Berxwedan çiqas jî alîgirên wan hindik be, ew ê meşandina di rêya xwe de berdewam bike, bi îzna Xwedê em zeferê hêvî dikin. Em li bêvîya alîkarîya însanên bi rumet ya ummeta Îslamê ne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir