• DOLAR 34.455
  • EURO 36.342
  • ALTIN 2866.913
  • ...
Li Edeneyê ji bo Fîlîstînê çalakîyên alîkarîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser meseleyên ku di nav çend rojên dawîn de pêk tênê, ji teref Serokatîya Bajara Edeneyê ya HUDA PARê ve bi armanca piştgirîya xelkê Fîlîstînê û şermezarkirina êrîşên terorîstên îşxalkeran konwoya wesayîtan hat lidarxistin.

Di konwoya bi sedan wesayît beşdarî bûn de li hember îşxalkeran silogan hatin avêtin.

Di berîya konwoyê de daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê ASÎMê Mahmut Eraslan ve hat xwendin, wî bal li ser zilma ku bi salan e tê kirin kişand û diyar kir ku operasyona Tofana Eqsayê mafekî ye.

Serokê Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê Salîh Demîr di daxuyanîya çapemenîyê de axivî û weha got:

“Îro roja îlanêye ku em li cem birayên xwe, HAMAS, berxwedan û rabûnê ne. Îro roja Îlanêye ku em bi tevî malê xwe, canê xwe û xwîna xwe li ba birayên xwe ne. Em qala Mescîdî Eqsayê dikin. Parastin û mihafazakirina li wê derê ne tenê li ser milê birayên me yên li wê derê ne. Bila Rebbê min ji milê wan re û ji baskên wan re qewetê bide lê ev mesulîyeta hemû Misilmanan e. Wî birayê min, mesulîyeta min û barê li ser milê min jî digre ser milên xwe. Em jî îlan dikin ku em li cem birayên xwe ne, bi îzna Xwedê em ê wan bi bername, mîtîng, daxuyanîyên çapemenî û protestoyan di rojevê de zindî bihêlin. Quds rûmeta me ye, Quds xeta me ya sor e, Mescîdî Eqsa xeta me ya sor e, HAMAS jî xeta me ya sor e. Mihafezekirina wan, parastina wan bi tevî mal, can, xwîn û ewlad û îyalê me li ser me wecîbeyekî û deynekî ye.” (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir