Li Şerîaya Rojava 4 Fîlîstînî şehîd bûn
Li bajaroka Sîlvana li bakurê Şerîaya Rojava û Cenînê di encama êrîşa îşxalkeran de 4 Fîlîstînî şehîd bûn.
Rejima îşxalker a sîyonîst, doh êvarê li bakurê Şerîaya Rojava êrîşî Fîlîstînîyan kir.
Çapemenîya Fîlîstînê, diyar kir leşkerên îşxalker bi îddîaya ku bi hesaba ji Sîlvanê ji wan re agirbazî hatine avêtin 2 Fîlîstînîyan qetil kirin.
Di heman demê de li El Calamaya bakurê Cenînê di pevçûna ku di navbera leşkerên îşxalker û Fîlîstînîyan de derket de 2 ciwan şehîd bûn, 2 ciwan jî birîndar bûn.
Hîva Sor a Fîlîstînê, daxuyand ku ew 3 kesên ku îşxalkeran êrîşî wan kiribûn rakirine nexweşxaneyê.
Ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê heta niha li bajarên Ramallah, Quds, Erîha, El-Xelîl, Kalkîlya û Nablusa Şerîaya Rojavayê di encama êrîşên îşxalkeran de 21 Fîlîstînî şehîd bûn. (ÎLKHA)