• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Urdunê xelk, ji bo piştgirîya Fîlîstînî di kolanan de bûn lehî û herikîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ammana paytexta Urdunê xelk ji bo piştgirîya berxwedanê meşek lidarxistin.

Mirovên ku beşdarî meşa ku li ber Camîya Huseyîn dest pê kiribû bûn, ala Fîlîstînê gerandin û ji bo desteka Fîlîstînê siloganan avêtin.

Xelka, di meşa ku wek lehîya însanan bû de bûn, ji rayedarên hikûmetê re daxwaz kirin ku bila sînora Fîlîstînê bê vekirin.

Mirovên ku li Ammana paytext kom bûn ji welatên Îslamê jî daxwaz kirin ku bila ev îşxala li ser xelkê Fîlîstînê heye dawî bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir