• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Rejîma sîyonîst di heman malbatê de 14 kesan qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarê heta serê sibehê êrîşên îşxalkeran a li ser Xezzeyê berdewam kir.

Balafirên herbê, li bajaroka Beyt Lahyayê ku li bakurê Xezzeyê ye malekî hedef girt.

Di nav mala ku aîdê birayên Muhammed û Ahmed el-Medhun e de 14 kes şehîd bûn.

Hat destnîşankirin dê û bavê birayên Medhun jî di êrîşa sala 2021an de şehîd bûbûn.

Bomberandin, di xanî û binesazîya derdorê de xesareke mezin derxist holê.

Birîndar jî hatin tedawîkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir