Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bi rojeva Fîlîstînê ew ê bi serokên giştî yê 3 partîyan re hevdîtinê bike
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi rojeva Fîlîstînê ew ê bi serokên Partîya Saadet, Partîya Refaha Ji Nû Ve û Partîya Gelecekê re hevdîtinê bike.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi rojeva Fîlîstînê bi Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê Partîya Refaha Ji Nû Ve Fatîh Erbakan û Serokê Giştî yê Partîya Gelecekê Ahmet Davutoglu re li ser telefonê hevdîtinek kir.
Di hevdîtinê de, bûyerên li Fîlîstînê hatin nirxandin.
Tê texmînkirin ku ew ê Yapicioglu, bi rojeva Fîlîstînê ve bi Karamollaoglu, Erbakan û Davutoglu re bi rûbirû hevdîtinê bike. (ÎLKHA)