• DOLAR 32.372
  • EURO 34.784
  • ALTIN 2401.366
  • ...
SON DAKİKA
Li Xarpêtê şehîdên 6-8ê Cotmehê hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Baskên Ciwanî ya Bajara Xarpêtê yê HUDA PARê Muhammed Aydemîr, di bernameyê de axavtina vekirinê kir û Yasîn û hevalên wî wek Hebîb-î Neccar wesifand.

Parlamenterê HUD PARê Faruk Dînç jî beşdarî bernameyê bû û bal kişand ku PKK aparata paramîlîtarîsta Emrîqa û Ewrupayê ye meseleyên Gezî, 6-8ê Cotmehê û 15ê tîrmehê jî ji teref Emrîqayê ve hatine kirin.

Serokatîya Baskên Ciwanîya Xarpêtê ya HUDA PARê, di salvegera şehadeta Yasîn Borû û hevalên wî yên ku di Îda Qurbanê de hatibûn şehîdkirin de bernameya yadkirinê tertîp kir.

Ji bernameya ku di Navenda Çandîya Bûnyamîn Eroglu ya Şaredarîya Xarpêtê de hat lidarxistin re, Parlamenterê Mêrsîn û Serokê Polîtîqayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç, endamên partîyê û gelek welatî beşdarî bûn.

Di bernameyê de Qurana Pîroz hat xwendin û derheqê şehîdên 6-8ê Cotmehê de sînevîzyonek hat nîşandan û îlahî hatin xwendin.

Serokê Baskên Ciwanî ya Bajara Xarpêtê yê HUDA PARê Muhammed Aydemîr di bernameyê de axavtina vekirinê kir, wî di axavtina xwe de Yasîn Borû û hevalên wî wek Hebîbî Neccar wesifand.

Aydemîr, “Ew di herba başîtî û xerabîyê de li alîyê başîtîyê; di herba heq û batilê de li alîyê heqîyê; di micadeleya xweşikahî û nexweşikahîyê de li alîyê xweşikahîyê bûn û îspat kirin ku ew pratîk û şexsên peyama Nebewî ya vê esrê ne yanê ew Hebîbî Neccarê vê esrê ne. Helbet ev xêza wan yê biqerar û muhkem bûbû hedefên hinek hêzên tarîyan û hinekan aciz kiribû. Van destên tarî destê başîtî û alîkarîyê ya Yasîn Borû û hevalên wî bi hovane û wehşane qetil kirin.

Parlamenterê Mêrsîn û Serokê Polîtîqayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç ku beşdarî bernameyê bû jî bal kişand ku PKKyê ku ji xwîn û rondikan xwedî dibe; aparata paramîlîtarîstê Emrîqa û Ewrupayê ye.

Dînç, “Vana tenê ne aparatê Emrîqayê ne. Vana mîlîsên Ewrupayê ne jî. Di 6-8ê Cotmehê de ji bona ku xelk derkeve derve bang kirin… Di vana de rêzekî tuneye. Bila bi me re neleyîzin, tiştên ku pêk hatine provokasyonên çend heb zarokan nînin. Bi vê bangewazîyê 121 hezar însan derketin derve. Ev provokasyoneke çawa ye? Van bangewazîyan li herêmê bajar bi bajar, navçe bi navçe hat kirin. Van êrîşan bi organîzeyî û temamê wan jî li dijî HUDA PARê hatibû kirin.

Dînç, diyar kir ku bûyerên Gezîyê, 6-8ê Cotmehê û 15ê Tîrmehê jî bi emrê Emrîqayê hatibûn kirin.

Dînç, îfade kir “PKKê, bi êrîşên 6-8ê Cotmehê xwest ku ew bikeve çavên Emrîqa û Ewrupayê. DNAyên CHPê û HDPê wek hev in.”

Dînç, “Zîhnîyeta vana û zîhnîyeta CHPê wek hev in, ti ferqekî di navbera wan de tuneye. Şîfreyên li ser DNAyên CHPê û yên HDPê wek hev in. Di şîfreyên wan de neyartîya Îslam, Misilman û xumandinê heye… Dema ku em qala vana dikin qetlîamên Dêrsîmê yên ku CHPê kiribûn gelo naynê bîra me? Bi hesaba ew van êrîşan ji bona ku DAEŞê def bikin kiribûn. Gelo DAEŞ tiştekî ewakî kiribû? Ew xwestin ku kolanên me bikin wek Kobanê. Dîrok ji wehşetekî ewakî re şahid nebûye. Îro wan kesên ku xwe wek modern nîşan didin wê rojê van zarokan di avahîyan de diavêtin xwarê. Bi çekan gule li ser wan  reşandin, di kolanan de wan kaş kirin, li ser cenazeyan wan tîlîlîyan anîtin û dîlanê kirin. Ev di kîjan toreyê de heye? Ev di kîjan dînê de heye?” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir