Rejima sîyonîst bazarê bombebaran kir: 50 şehîd
Rejima îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê cîhê bazarê bomberbaran kir, di êrîşê de herî kêm 50 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên ku ev bû 17 sal e êrîşî Xezzeyê dike vê carê jî êrîşî bazarê kir.
Hat destnîşankirin ku di encama bomberandina li cîhê Xezzeyê de herî kêm 50 Filistînî şehîd bûn.
Di êrîşê de hat îfadekirin ku gelek birîndar jî hene.
Hîva Sor a Fîlîstînê, daxuyandibû ku ji ber xerabûna rê û binesazîyê ekîbên ambûlansê nikarin biçin cîhê êrîşan. (ÎLKHA)