• DOLAR 34.033
  • EURO 37.994
  • ALTIN 2827.597
  • ...
Serokê Emrîqayê Bîden: Alîkarîya me ya ji îsraîlê re saxlem û bêlerz e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Emrîqaya îşxalker Joe Bîden ku derheqê meseleyên li ser axên îşxalkirî tên jîyankirin de axivî, destnîşan kir ku ji bona ku birêveberîya rejîma sîyonîst xwe biparêze çi alîkarî hewce be ew ê bidin.

Bîdenê ku bi tevî Wezîrê Karên Derve yê Qesra Spî Antony Blinken derketên li hemberê qemerayê van îfadeyan anît ziman, “Alîkarîya Bireveberîya min ya ji îsraîlê re wek zinarê saxlem û bêlerz e.”

Bîden îfade kir ku di navbera rejima sîyonîst û Emrîqayê de di alîyê leşkerî, îstîxbarat û dîplomatîkê de minasebet didomin, ekîba wî jî bi tevî wek welatên Misir, Tirkîye, Qeter, Erebistana Siûdî bi hevparên xwe yên li Ewrupa û birêveberîya Filistînê re jî di nav têkilîyê da ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir