• DOLAR 32.178
  • EURO 34.946
  • ALTIN 2434.295
  • ...
50 girtiyên Filistînî dest bi greva birçîbûnîyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêveberiya Girtiyên Filistînê ragihand ku 50 girtiyên Raymon ên Filistînî yên ku îro danê sibê sewqî zindanên Nafhayê hatin kirin, nameyek pêşkêşî rêveberiya girtîgehên îşxalker kirin û ragihandin ku dê dest bi greva birçîbûnîyê bikin.

Rêvebiriyê diyar kir ku ji bo protestokirina sewqiyata keyfî ya ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li dijî girtiyên Filistînî hatiye destpêkirin, pêkanînên tecrîdê û şert û mercên nebaş ên zindana Nafhayê dest pê kir.

Li gorî çavkaniyên Filistînî di zindanên îşxalkerîyê de nêzî 5 hezar û 200 girtî hene. Di nav wan de 38 girtiyên jin, 170 zarok û 700 girtiyên nexweş û zêdetirî 1250 Filistînî jî di girtîgehên îdarî de ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir