• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li dijî Azerbaycanê mueyyîde
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlementoya Ewrûpayê operasyona leşkerî ya ku ji teref Azerbaycanê ve li herêma Qerebaxê hat kirin şermezar kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îddîakirin ku li Qerebaxê agirbest hatiye îlankirin û mesûlê vê yekê Azerbaycan e û divê li hember Azerbaycanê mueyyîde bên tetbîqkirin.

Qerara mueyyîdeyê li parlementoyê bi 491 dengan hat qebûlkirin.

Di civîna ku hat kirin de qerar hat dayîn ku ji bo wan penaberên ku dê ji Qerebaxê derkevin temamê alîkarîyên lazim bên kirin.

Parlementoya Ewrûpayê daxwaz kir ku temamê muzakereyên hevkar ên bi Azerbaycanê re bên sekinandin û sepana hêsana wîzeyê ya bi Azerbaycanê re jî bê rawestandin.

Her wisa di qerara ku hat dayîn de hat daxwazkirin ku girêdayîbûna Ewrûpayê ya di warê xaz û neftê de ya li Azerbaycanê jî divê bê kêmkirin.

Serokê Dewleta Fransayê Macron qerara ku derbarê Azerbaycanê de hat dayîn nirxand û got ku dibe ku ev qerar bi sedema hinek tiştên ku nayên xwestin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir