• DOLAR 32.724
  • EURO 35.474
  • ALTIN 2488.752
  • ...
Li Sûrîyê ji bernameya mezûnîyet a dibistana herbê re bi SÎHAyê êrîş hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameya mezûnîyet a dibistana herbê ku li Humusê hat lidarxistin re bi SÎHAyê êrîş hat kirin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşê de herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kesan jî birîndar bûn.

Di encama êrîşê de hat îfadekirin ku Wezîrê Parastin a Sûrîyê Elî Mehmud Ebbas jî mirîye lê dûre hat îfadekirin ku Ebbas berîya êrîşê ji bernameyê derketîye.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Sûrîyeyê ve hat belavkirin de, êrîşa ku li bernameya mezûnîyetê re hatîye kirin hat rastkirin û hat destnîşankirin dema ku bername dawî bûye bi balafirên bêînsan yên ku bi teqemenîyê hatine tijîkirin êrîş hatîye kirin.

Hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir