Li Pasura Dîyarbekirê perwerdehî hat tetîlkirin
Li navçeya Pasura Dîyarbekirê li du gundan ji ber barana zêde ji perwerdehîyê re 3 roj navber hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji teref Qeymeqamtîya Pasurê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku Sazîya Hifzisihhayê, di bin serokatîya Burak Akeller de civîya.
Hat diyarkirin ku li gundê Mehmedkan û Axçeşêra Pasurê ji dibistanan re navber hat dayîn.
Xeyn ji vêya ekîbên şaredarîyê jî rêyên ku hatine girtin vekirin. (ÎLKHA)