• DOLAR 34.234
  • EURO 37.086
  • ALTIN 3008.702
  • ...
Sarkan Ramanli: Divê tundî weke rêya bidestxistina mafan neyê dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Huda Parê Sarkan Ramanli li parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ramanli der barê êrîşa Enqereyê, mueyîdeyên li ser Efxenistanê û mijara Sûriyeyê de axivî.

Êrîşa Enqereyê

Ramanli derheqê êrîşa Enqereyê de weha got, "Weke hûn jî dizanin di roja vekirina parlementoyê de li Enqereyê êrîşek hat kirin. Şikir ji Xwedê re li Enqereyê tu zirarên canî çênebûn, tenê êrîşkar mirin, lê wek hûn jî dizanin erebeya beytarê me hat dizîn û hat kuştin û ez jî ji li vê derê ji bo birayê me Mîkaîl Bozdogan ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikim, ji malbata wî re jî sebrê dixwazim.”

Ramanli got, divê tundî weke rêya bidestxistina mafan neyê dîtin û hemû pirsgirêk bi rêyên medenî û rewa bên çareserkirin.”

Cezayên li ser Efxenistan û pirsgirêka Sûriyê

Ramanli derheqê Efxenistan û Sûrîyê de jî axivî û li ser wê mijarê jî weha got, "Wekî ku hûn dizanin, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî rojeva karûbarên navxweyî yên Efxenistanê gotûbêj kir. Di rojevê de bal hat kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Efxenistanê, lê mijarên sereke hatin paşguhkirin. 21 salên îşxalkirina Emerîqayê, rastiya ku hîn bi milyaran dolarên Efxenistanê hê jî bloke ye û hêna jî Efxanistan bi gelek cezayan re rû bi rû maye, li ber çavan nayê girtin û pirsgirêkên navxweyî yên li welat anîne rojeva Neteweyên Yekbûyî. Banga me ji li vir ev e: Yekem. divê îstismarkirina mal û milkên binerd û ser erdê yên misilmanên Efxenî bê rawestandin û mueyîdeyên heyî bên rakirin û xebat bi vegerandina pereyên ku ji hêla îşxalkerên dorpêçkirî ve hatine dizîn de dest pê bike û dû re ev mijar careke din werin rojevê. Banga Em Bi taybetî ji bo welatên misilman dikin jî ev e: Pêwîste peywendiyên dîplomatîk û siyasî bi Efxenistanê û gelên bira yên Efxenistanê re bên pêşxistin û ev îmaja Efxanistana ku di qada navneteweyî de bi tecrît hatiye terikandin, di zûtirîn dem de ji holê bê rakirin.

Di dawiyê de, em dixwazin hinekî balê bikişînin ser rewşa ku şerê navxweyî yê Sûriyê aniye me. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Gair Pederson herî dawî derbarê Sûriyeyê de daxuyanî da û weha got 'Sûriye wêran bûye, di demek nêzîk de aramî li ber çavan nayê.' Beriya her tiştî, gelekî xelet e ku Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke wisa bi bêhêvî bide. Mîsyona sereke ya Neteweyên Yekbûyî ev e; Beşdarî dabînkirina aştî û aramiyê li cîhanê. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê ya 12 salan de bi mîlyonan mirov koçber bûn. Nêzîkî mîlyonek mirov mirin,û gelek bajar hêna jî wekî 'bajarên xeyalî' tênê binav kirin. Berpirsiyariya welatên herêmê û hemû welatan e, di serî de Netewên Yekbûyî, ku cîranê Sûriyê bi taybetî bigihêje hawîrdoreke aram û aştî, tevî ku careke din ne wisa be. Li şûna ku em li ser vê mijarê daxuyaniyên reşbîn bidin, em hêvî û hêvî dikin ku rêxistinên navdewletî bi erkê xwe tevbigerin da ku aştiya navxweyî li Sûriyê mayînde bibe û vegerek bi ewle misoger bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir