Li Rihayê serwîsa xwendekaran qeza kir: 18 birîndar
Li navçeya Pira Reş a Rihayê qezaya zîncîrî ya ku serwîsa xwendekaran jî di nav de pêk hat, di encamê de 18 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya GAPê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 4 wesayîtên ku serwîsa xwendekaran jî di nav de bi zîncîrî qeza kirin.
Di encama qezayê de 18 kesên ku di nav de xwendekar jî hene birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Ji birîndaran 6 kes jî hatin tabûrcîkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)