Li Emrîqayê balafir ket xwarê: 4 mirî
Di qezaya balafirê ya ku li wîlayeta Utah a Emrîqayê qewimî de 4 kes mirin.
![Li Emrîqayê balafir ket xwarê: 4 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/7p3MrLRtTESC5TPa7-9sAWq28nI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/40/li-emriqaye-balafir-ket-xware-4-miri-a0c31140.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li bajarê Moab ê wîlayeta Utah a Emrîqayê balafireke biçûk piştî ku rabû ket xwarê.
Di qezaya ku pêk hat de 4 kes mirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Şerîf a Herêma Grandê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafir piştî ku ji Balafirgeha Canyonlandsê 24 kîlometre li bakurê bajarê Moab ê Utahyê ye ket xwarê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 4 kesên di balafirê de bûn mirine.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)