• DOLAR 32.643
  • EURO 35.385
  • ALTIN 2479.34
  • ...
Westayê qileyê, meslega bapîrên xwe didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Anadolîya Tirkîyê ev meslega qileyê ji bîrvakirinê re rûbirû ye.

Devecî ji ÎLKHAyê re axivî û got ku ew bû 55 sal e ev meslegê dike.

Devecî îfade kir ku meslega qileyê derheqê jîyanê de jî gelek tiştan ji wî re daye qezenckirin û diyar kir ku ev meslega qileyê meslegeke muhîm e.

“Meslegekî ger ku neyê kirin ji wî re nifş nayê dayîn”

Devecî destnîşan kir ku ew di nav çend salan de gelek berdestkan yanê çiraxan perwerde kirîye, “Ez di sala 1958an de li Edeneyê hatime dinyayê. Hema hema ji sala 1970an heta niha ev meslega bavê xwe ya qileyê bikar tînim. 45 sal li Kozanê bûm, ev bû 10 sal e jî li Edeneyê me yanê nêzê 55 salan e ez vê karê dikim. Ez di malbatê de nifşa çaremîn im. Kurekî min jî heye, ew jî nifşa pêncemîn. Dema meslegekî neyê kirin ji wî meslegê re nifş nayê dayîn. Em li vê derê ji Edeneya xwe ya xeşik re xizmetê dikin û paxiran qile dikin.”

“Berheman di çar merheleyê de tênê qilekirin”

Devecî got ku berheman di çar merhaleyê de tênê qilekirin, “Em berheman temîr dikin, baxim dikin û di ocaxê de qile dikin û dûre jî cîhên xwar rast dikin. Ti berhemekî çiqas xweşik qile bikî bike ger ku di wê berhemê de xwarbûn hebe wê xwarbûnê wî nexweşik nîşan dide. Ji ber vê yekê em ji wî re dibêjin neqişkirin yanê rastkirin.”

“Paxir niha li Tirkîyê dema xwe ya zêrîn dijî”

Devecî bal kişand ku di germa Edeneyê de ev kar gelek bi zehmetî derbas dibe, “Agirê ku di ocaxê de ye 380 pile ye, germahîya Edeneyê jî 40 pileye, ger ku hûn herduya jî hesap bikin nêzê 420-430 pile germahî çêdibe. Em bi alîkarîya Xwedê vê karê xwe dimeşînin. Wext hat paxir baha bû û biqîmet bû. Însanan fêhm kirin ku paxir çiqas biqîmet e. Niha cardin hicûmê paxir dikin. Paxir niha li Tirkîyê dema xwe ya zêrîn dijî.”

“Qîza axa ji ber ku bavê min qiledar bû dîya min da wî”

Devecî diyar kir ku ew bi qezenca vê meslegê zarokên xwe dide xwendinê, “Niha ez ji sê westayên ku li Tirkîyê pêşve çûne yek im. Em hevdu nas dikin. Qiledarî bi rastî jî meslegeke xweşik e. Dîya min qîza axa bûye. Bavê min jî qiledar bûye, ger ku meslega bavê min qiledar nebûya ew ê dîya min nedana bavê min. Bavê min ji min re wisa got. Wexta ku bavê min ji min re qal dikir weha digot, ‘Kurê min ger ku ez ne westa bûma, rewşa dîya te gelek baş bû, ew ê dîya te nedana min.’ Qiledarî, egîdî û meslegekî xweşik e.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir