Li Nîjerê êrîş li leşkeran hat kirin: 12 mirî
Li Nîjerê, li dijî leşkeran êrîş hat kirin 12 kes canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li bajara Kandadjîya herêma Tîllaberîya ku 200 kîlometre dûrê Nîameya paytexte pêk hat.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Neteweyî ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji teref mirovên çekdar ve ji endamên artêşê re êrîş hatîye kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de 7 leşker canê xwe ji dest dane.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin 5 leşkerên ku ji bo alîkarîyê diçûn herêmê jî qeza kirin û mirin.
Di encama pevçûnan de nêzê 100 heb êrîşdar hatin kuştin, gelek motor û çek jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)