• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
218 xwendekar yên ku perwerdehîya hafiztîyê temam kirin îcazetê standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameya ku bi hevkarîya Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Bajar û Miftîtîya Bajar a Entabê ve di Navenda Huner û Kongreya Şaredarîya Şahînbeyê de hat tertîpkirin re xizm û malbatên hafizan beşdarî bûn.

Melayê Camîya Çamlicaya Mezin Hafiz Îshak Daniş di bernameyê de Qurana Pîroz xwend û dûre bername dest pê kir.

Di dema têketina hafizan a bi tevî tekbîr û selewetan ji eywanê re de demên hêstr hat jîyîn. Di axavtinên ku di bernameyê de hatin kirin de jî derheqê muhîmtîya hafiztîya Quranê de bal hatin kişandin.

Miftîyê Bajar a Entabê Dr. Huseyîn Hazirlar, di bernameyê de derheqê hifzkirina Qurana Pîroz de axivî û destnîşan kir ku hifzkirina Qurana Pîroz di vê dinyayê de kêfxweşîya herî mezin e.

Piştî axavtinan, hafizên ku perwerdehîyên xwe temem kirin ji Quranê hinek ayetan xwendin û di eywanê de atmosferekî menewî çêbû.

Piştî tîlaweta Quranê 218 hafiz îcaxetên xwe standin û diyarîyan girtin.

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir