• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Sefîrê Misirê ya Tirkîyê piştî 10 salên ku minasebetên dîplomatîk qut bûbû dest bi wezîfeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan, Sefîrê Misirê Amr Soliman Abdelmeguid el-Hamamy di Kûllîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir. Di qebûlkirinê de El-Hamamy, ji Erdogan re mektûba îtîmadê pêşkêşî kir.

Minasebetên di navbera Enqere û Qehîreyê, piştî dûrxistina Serokkomar Muhammed Mursî ku di sala 2013an de bi derbeyê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin qut bûbû. Li ser vê yekê herdu welat jî gazî sefîrên xwe kiribûn. Di meha Adara sala 2021an de Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlût Çavuşoglu, daxuyandibû ku minasebetên dîplomatîkî yê bi Misirê re ji nû ve dest pê kir. Serokkomar Erdogan di meha Çirîya Paşîn a sala 2022yan de li Qeterê di merasîma vekirina Kûpaya Dinyayê de bi Sîsîyê Serokkomarê Misirê re hevdîtineke kurt kiribû. Erdogan, di 10ê Îlonê de jî, li Hîndistanê di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20an de bi Sîsî re hevdîtinê kiribû. Di 4ê Tirmehê de herdu welat jî sefîrên Enqere û Qehîreyê tayîn kirin û minasebetên xwe yên dîplomatîkî bi temamî saz kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir