Li Herêma Kurdistanê mewlûda kevneşopî ya 800 salî tê îdrakkirin
Salvegera 1450emîn ya hatina dinyayê yê Pêxemberê me, li Herêma Kurdistanê bi dua, îlahî û selewatan tê îhyekirin.
![Li Herêma Kurdistanê mewlûda kevneşopî ya 800 salî tê îdrakkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ltSK6ENjFwTgXLbqIADE7Wet5Uw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/39/li-herema-kurdistane-mewluda-kevnesopi-ya-800-sali-te-idrakkirin-6fb35a07.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Şeva Mewlûdê ku wek hatina dinyayê yê Hezretî Muhammed (Selat û Selam li ser wî be) tê qebûlkirin, li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê tê îdrakkirin.
Bernameya mewlûdê ya ku li Hewlêrê wek kevneşopîyê tê îdrakkirin, îsal jî bi coş û beş hat pîrozkirin.
Li ber qeleya dîrokî ya Hewlêrê îlahî tênê xwendin û selewat tênê anîtin. Misilmanên ku di seatên serê sibehê de diçin camîyan, çawa ku di îdan de hevdû hembêz dikin û cejna hev pîroz dikin di ev rojê de jî hevdû pîroz dikin û şîranîyan îkramê hev dikin.
Ji Qeleya dîrokî ya Hewlerê re afîşên ku navê Hezretî Muhammed û hedîsên wî dihatin nivîsandin hatin daleqandin.
Xelkê Hewlêrê ji 7ê heta 70î di seatên serê sibehê de, çûn qada ku bername li wê derê dihat tertîpkirin.
Hemû kolan û ceddeyên bajarê, dikan û xanîyan jî bi panqart û fîlamayan hatin xemilandin.
Wesayîtên ku bi ala tewhîdê hatin xemilandin, derbasbûna wesayîtan a di nav xelkê de ji teref mirovan ve bi xweşikayî hatin temaşekirin.
Hinek ji welatîyan bi cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî bûn. Bi îlahî û qesîdeyan di bernameyê de hewayeke menewî hat jîyankirin.
Pîrozbahîyên Şeva Qendîlê cara yekem di sala 1220an de ji teref Walîyê Hewlêrê û Fermandarê Selaheddînê Eyyûbî Siltan Muzaffereddîn Gokborî ve hatibû îdrakkirin. (ÎLKHA)