• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Mûsilê di dawetê de şewat: Herî kêm 113 mirî, 500 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hemdanîyye ya ku piranîya wan file ne doh di seat derdorê 23.00an de di eywana dawetekî de şewat derket.

Alîkarê Midûrê Daîreya Tenduristî ya Mûsilê Ehmed Hemdanî, got ku di şewatê de herî kêm 113 kesan mirin û 500 kesan jî birîndar bûn.

Hemdanî îfade kir ku, heta niha ji 80ê zêdetir cenaze ji Sazîya Tip a Edlî re hatîye şîyandin.

Hemdanî îfade kir ku mirovên birîndar ji Mûsil, Hewlêr û Dihokê re hatine sewqkirin û got ku ‘em ji zêdebûna hejmarê mirîyan endîşe dikin.’

Hat destnîşankirin ku di dema şewatê de di eywana dawetê de 800 kes hebûne.

Hat destnîşankirin ku bûk û zava jî di nav mirîyan de ne.

Tê îfadekirin ku şewat ji ber ceryanê derketîye û piranîya mirîyan jî ji ber dûmanê tesîrdar bûne û mirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir