• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxenistanê xebatên xwe yên vekirina bîra avê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Hêvî ya ku li çar aliyê cîhanê ji bo kesên hewcedar xebatên alîkariyê li dar dixe, ji bo xelkê Efxenistanê yê ku nêzî 4 sal in bi birçîbûnê re micadeleyê dikin dest bi xebatê kir.

Karwana Hêvî ya ku li wîlayeta Lovgar a Efxenistanê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi desteka xêrxwazên Tirkiyeyê li gelek deverên bajêr bîrên avê vekirin.

Serokê Giştî yê Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran ku der barê xebatên ku hatin kirin de daxuyanî da û xebatên li cihê tên meşandin bi xwe şopand, teşekura xwe ji bo xêrxwazan anî ziman.

Kurtaran di axavtina xwe de derheqê rewşa hewcedariya avê ya li Efxenistanê de balan kişand û weha got: "Em xebatên xwe yên alîkariyê yên li Efxenistanê didomînin. Em niha li derdora bajarê Lovgarê ne. Bi rastî jî birayên me li vir di rewşeke pir zehmet de ne, hewcedariya wan bi taybetî heye. Ji her 10 birayên Efxen 8 kes nikarin ava paqij bi dest bixin. Herî dawî 4 kes ji ber birçîbûna salane bi tîbûnê re rû bi rû ne."

Kurtaran di dawîya axavtina xwe de weha got: "Hêvîdarim ku em ê li gor wekaleta ku ji xêrxwazan standine bîreke avê ya bi şadirwanî vekin. Ew ê li mizgefta li kêleka me nimêjê bikin û îhtîmal e ku ji bîra avê ya ku em ê vekin, desmêjê bigrin. Xwedê ji xêrxwazên ​​me razî be û xêr û xweşiyê bide wan û hemû xizmên wan ên dinya û axretê."  (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir