• DOLAR 32.749
  • EURO 35.318
  • ALTIN 2447.333
  • ...
Bacanên sor bi giranbûn û mezinbûna xwe balan dikşînin li ser xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gundîyên ku bacanên sor ev bi salan e di nav bexçeyên xwe de dideynin serî li Midûrtîya Daristan û Çandinîyê yê Navçeyê dan da ku bacanên wan ên sor wek îşareta coxrafîk bên tescîlkirin.

Îsmaîl Hakki Saglamê Midûrtê Daristan û Çandinîyê yê Navçeya Hezoyê derbarê mijarê de nirxandinan kir.

Saglam di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir her hebeke bacanên sor ên ku li Hezoyê tên çandin hema hema kîloyekê davêjin û bizrên wan ên bav û kalan e ku ji wan re maye. Saglam di berdewama nirxandina xwe de wiha got: “ Bacanên sor ên ku li vî gundî tên çandin ev bû 200-250 sal ku bizrikên wan tên girtin û tên çandin. Bacanên me bi tehm û bêhna xwe ji wanên din xweştir e. Ava bacana ya ku ji van bacanên sor tên çêkirin pir xweş e. Her wisa em ji qerikên wan jî tirşîyê çêdikin. Me ji bo îşareta coxrafîk serîlêdana xwe kir û em hêvî dikin ku di nêz de em vê yekê bistînin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir