• DOLAR 32.93
  • EURO 35.235
  • ALTIN 2444.169
  • ...
Li Elmanyayê bombeya ku ji herbê maye hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dema xebatên înşeatê a li nêzê Balafirgeha Navneteweyî ya Dûsseldorfê de bombeyeke ya ku ji Herba Cîhanê ya Duyemîn maye hat dîtin.

Li gorî medyaya welat bombeya 500 kîloyî ya ku ji teref Emrîqayê ve hatîye çêkirin, ji teref pisporan ve hat îmhekirin.

Di Herba Cîhanê ya Duyemîn de ji Elmenyaya Nazîyê re ji 2 milyonî zêdetir bombeyên curbecur hatin avêtin. Li gorî daneyan ji wan jî sedî 20ê wan neteqîyan. Ji çend mehan carkî di dema înşeatê de an jî di dema xebata binesazîya kolan û ceddeyan de ji teref karkeran ve ev bombeyan tên dîtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir