• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Efxenistanê hafizê ewil a Êtîmxaneya Medresetul Qelemê mezûn bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran û lijneya bi wî re, xebatên xwe yên li Efxenistanê didomîne.

Weqfa ku bi tevî alîkarîyên xwarin, qirtasîye, pere û cil û bergan vekirina mizgefan jî dike, ji hafizên ku di medreseyan de mezun dibin re jî bernameyê tertîp dike.

Êtîmxaneya Medresetûl Qelemê hafiza xwe ya ewil mezun kir. Weqfa Karwana Hêvîyê ji bo telebeya bi navê Mahmut ku hafiztîya xwe temam kir bernameya mezunîyetê lidarxist.

“Em ê ji bona islehbûna civaka xwe bixebitin”

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran ku di bernameyê de axavtinek kir, îfade kir ku ew ji bona civakê isleh bikin wê bixebitin.

Kurtaran weha got, “Em ji ber ku bi van xwişk û birayên xwe yên hêja li vê derê ne kêfxweş in. Birayê me Mahmut Quranê hafiz kir. Weke ummeta Pêxemberê me, çawa ku ew Qurana meşandî bû, çawa ku di civaka cahil a Mekkeyê de hukmên Quranê serdest kir, bi hêviya ku em jî wek xizmetkarên Quranê bijîn û ji bo başkirina civaka xwe wê bixebitin. Bi hêviya ku kesên di pola birayê me Mahmut de jî di zûtirîn dem de ezberiya xwe temam bikin.”

“Em ê hem dinyaya xwe hem jî civaka xwe xweşiktir bikin”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de micadeleya xelkê Efxenistanê li hember kifrê bi bîr xist û weha got, “Hûn hemûyan ji bo me gelek bi qîmet in, hûn li vê derê karên xweşik dikin. Xwedê wan kesên ku di rêya îlmê de diçin bi rehmeta xwe wan dorpêç dike. Em ê hem dinyaya xwe hem jî civaka xwe xweşiktir bikin. Bapîrên we, bav û dêyên we bi rastî jî ji bo Efxenistana me, ji bo axên Îslamê micadeleyê kirin û canên xwe dan. Em jî li cem we ne. Ji bona ev axa Îslamê çi ji destê me were bi îzna Xwedê em ê bidin.”

“Em ê tev bi hev re xwedî li Quranê derkevin”

Kurtaran di axavtina xwe de balan li ser îttîhada ummeta Îslamê kişand û axavtina xwe weha dawî kir, “Hûn xwe biçûk nebînin. Hûn hemûyan di siberoja Efxenistanê de dikarin wezîfeyê bigrin, ev wesif di we de heye. Ji ber vê yekê ji îlma xwe re, ji Qurana xwe re xwedî derkevin. Bi îzna Xwedê em ê tev bi hev re xwedî lê derkevin. Em ê wek ummeta Îslamê hem di civaka xwe de hem jî di dinyaya xwe de îttîhadê hakim bikin. Ew ê dinyaya me bi Îslamê xweşik bibe. Em ji xoceyên ku di perwerdehîya ev birayê me de keda wî çêbûye re, ji bireveberîyên li vê derê re teşekuran dikin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir