Ceseda zarokê ku vîdeoya xatirê kişandibû û winda bûbû hat dîtin
Li navçeya Xelîlîya Rihayê ceseda zarokê 14 salî yê ku vîdeoya xatirê kişandibû û ji hemû kesan xatir xwestibû hat dîtin.
![Ceseda zarokê ku vîdeoya xatirê kişandibû û winda bûbû hat dîtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/3QTrXwL_S5FZsieGHNel644TBoQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/38/ceseda-zaroke-ku-videoya-xatire-kisandibu-u-winda-bubu-hat-ditin-571b77c8.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, li derdorê qenala avê ya Herranê pêk hat.
Li gorî îddîayan F.A. (14) li kêleka qenala avê cil û bergên xwe danîye û vîdeoyeke xatirê kişandîye û winda bûye.
Ji bo zarokê ku tê texmînkirin winda bûye ji teref ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ve xebat hat destpêkirin.
Ceseda zarokê 14 salî di qenala avê ya DSÎyê de hat dîtin.
Ceset, ji bona ku otopsî bê kirin ji merga tip a edlî re hat rakirin. (ÎLKHA)