• DOLAR 32.362
  • EURO 34.859
  • ALTIN 2395.392
  • ...
Li Ermenistanê xwepêşandanên îstîfayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muxalefeta Ermenistanê piştî operasyona Qerebaxê ya ku artêşa Azerbaycanê dabû destpêkirin çalakîyên xwe yên hember Paşînyanê ku ji ber ku Paşînyan ji cudaxwezan re piştgirîyê nedaye dabûn destpêkirin didomînin.

Di navbera xwepêşandarên ku ji bo îstîfaya Paşînyanê li ber avahîya Meclîsê kom bûbûn û polêsan de nîqaş derket.

Ji ber protestoyan kolan û ceddeyên Meclîsê ji trafîkê re hatin girtin, polês jî li ber avahîya Meclîsê ewlehîyeke mezin girt.

Di dema axavtina serokê muxalefetê de hinek xwepêşandaran xwestin ku bikevin nav avahîya Meclîsê.

Di navbera polês û xwepêşandaran de şer derket û hinek xwepêşandar jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir