Li Ermenistanê di navbera polês û xwepêşandaran de pevçûn: 34 birîndar
Li Erîvaya paytexta Ermenistanê di encama bûyerên ku pêk hatin de 16 jê polês 34 kes birîndar bûn.
Xwepêşandarên ku li nêzê avahîya hikûmetê kom bûn, ji ber sedema bersivnedayîna rayedarên Ermenî ya li dijî operasyona Qerebaxê ya Azerbaycanê protesto lidarxistin.
Protestovanên ku xwestin bila Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan îstîfa bike, bi polêsan re pevçûnê kirin.
Li gorî Wezareta Tenduristî ya Ermenistanê di encama pevçûnan de 16 jê polês 34 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)