• DOLAR 34.163
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.152
  • ...
Li Efxenistanê ji mihtacan re belavkirina goştê sor û xwarinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwanê Hêvîyê li Efxenistanê alîkarîyên xwe didomîne. Rayedarên Weqfê li Efxanistanê li alîyekî fealîyetên alîkarîyê didomînin li alîyekî jî bi desteka xêrxwazan vekirina camîyê kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran û lijneya bi wî re ku li Kabîlê ne, ji malbatên ku tespît kirine re alîkarîyan dikin.

Kurtaranê ku bal kişand ew ji Efxenistanê re destên xwe yên alîkarîyê dirêj dikin, ji ber vê yekê bang li xêrxwazan kirin.

Kurtaran weha got: “Me li vê derê piştî vekirina camîya xwe, ji malbatên mihtac re zexîre û goştê sor yên ku xêrxwazên Tirkîyeyê dane me belavê wan kir. Bi rastî jî xelk gelek mexdur e. Birayên me yên li vê derê, ji xêrxwazan re duayê dikin. Qazla îmkana me hebûya, ku me xwe ji malbatên zêde re bighandana. Bernameya li vê der berdewam dike.” (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir