Gundî ji tunebûna rê gilîdar in
Rêya gundê Çîmenozuya girêdayê Çata Erzurumê û rêya bi dehan gundê mîna wê xera bûyîne. Gundî bang li rayedaran kirin da ku rêya gundê wan demildest bê çêkirin.
Gundê bi navê Çîmenozuya girêdayê Çata Erzurumê ye hêj nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê ehlê gund ji rewşê re bertek nîşan dan.
Gundîyên ku ji rewşê re bertek nîşan dan daxwazî kirin rêyên gundên wan bê çêkirin.
Muxtarê gund Bedrî Sari derbarê mijarê de got ku ew çendîn caran di van çend salên dawîn de daxwazname dane da ku rêyên wan bên çêkirin.
Ji gundîyan Abdurrahîm Coşkun jî derbarê mijarê de axivî û gilîyên anît ziman.
Coşkun di axavtina xwe de weha got:
“Di rêya me de qamyon û tir derbas dibin, rêya me hemû çel in. Par ji me re gotin em ê sala hatîn asfalt bikin, îsal jî dibêjin wê di sala hatî de bê asfaltkirin û bi vê şeklê me dixapînin. Kanî Reş li kêleka me ye rêya wî xweş e û asfalt e em jî girêdayê Çatê ne, Çat jî girêdayê Erziromê ye û em di vê halê de ne. Niha baranekî bibare em ji ber çamûrê nikarin bi rê ve biçin. Şaredarî û encûmen wexta ku bihatana gund digotin rê çemûr in em nikarin werin. Me jî ji wan re digot hûn eyb nakin ewakî dibêjin. Sala parîn serokê şaredarîyê hat gundê me, Xwedê heye ez nikarim heqê wî bixwim wî ji me re got dema ku ez têmê gundê we eyb dikim lê dîsa jî tiştekî nekir. Li gundên derdorê tiştekî çêbibe wesayîtên wan li ber derê wan e û karê xwe dibînin. Lê dema ku yê me tiştekî bibe em bi keran û hespan encax dikarin biçin.”
“Dewlet ne yê şexsan e yê me hemûyan e”
Coşkun di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew jî xelkê vê welatî ne û dewlet jî ne dewleta mirovan tenê ye yê hemûyan e, “Divê dewlet cudahîyê neke navbera me. Mînak sala parîn 5 heb nexweş di nav mala min de bûn. Min telefonê wan kir ji me re gotin wesayît li felan gundîye, an jî li felan derê ye û tu kes nedihat. Rêya me jî venekirin em wisa bi tena serê xwe man. Piştî çend seatan dema ku min cardin telefonê wan kir hê nû ji min re gotin telefonê 112yê bike. Min ji wan re got heta ku nexweşên min nemirin hûn naynê ma. Bi wê şeklê jî kes bawerîya me bi me nekirin. Me fotoxrafan kişand vîdeoyan kişand ji wan re şîyand, ji Wezareta Tenduristîyê re şîyand. Bi wê şeklê hê nû rêyên me hatin vekirin. Çima gelo ger ku nexweşê me tinebûna ew ê rêya me nehata vekirin.”
“Bi heywanên mirovan tiştekî dibe ew dibin beytar lê em dimrin jî kes naghêje me”
Coşkun di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku gundî û însanên dinê ger ku heywanên wan nexweş be an jî nigekî çûka wan seqet bibe bi lez dibin beytar lê bi wan tiştekî bibe heta ku ew nemirin kes naghêje wan, “Par na pêrar yek li gundê me xwîn çû ser mêjîyê wî. 24 seat bi wê şeklê li wê derê ma. Ew jî wesayît nehat helîkopter hat. Ji xwe heta ku helîkopter jî hat ew mirov rehmet kir. Ger ku rê vekirî bûya û bigihêştana dibe ku wê mirovê nemirîya. Em ji dewletê dixwazin ku bira rêyên me çêbikin. Nav gundê me bi keviran duz bikin, ava gundê me tineye bira ji me re çareserîyê bibînin. Ceryana me hema hema wek dewra berê ye. Em ji her tiştî mehrûm in.” (ÎLKHA)