• DOLAR 32.185
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2506.195
  • ...
Mizgefta ku ji aliyê xêrxwazekî ve bi rêya Karwana Hêvî ya li Efxenistanê hatiye çêkirin, hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvî li Efxenistanê piştgirî û pêkanîna projeyan didomîne. Serokê Giştî yê Karwana Hêvî Cengîz Kurtaran û heyeta pê re xebatên xwe yên alîkariyê û vekirina mizgeftên ku ji teref xêrxwazan ve li Kabîlê hatine çêkirin didomînin.

Mizgeft bi tîlaweta Qurana Pîroz ji teref zarokekî Efxenî ve hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de Serokê Giştî yê Ewqafa Karwana Hêvî Cengîz Kurtaran axaftinek kir û xwest ku bibe wesîleya xêrê û spasiya Hacî Ehmed Kurtulman kir.

Kurtaran weha got, "Em wek Karwana Hêvî ya Weqfê li cem birayên xwe yên li Efxenistanê ne. Li vir me bi sponsoriya birayê xwe Hacî Ehmed Kurtulman mizgeftek ava kir. Bi wê hişmendî û hesta pak me ev mizgeft ava kir. Li vir xwendekarên me yên pir xweş hene. Bi hêviya ku ew ê li vir bibin şagirtên Qur'anê, dê li vir Qur'anê jiber bikin.”

Paşê alimekî Efxenî dua kir û spasiya Karwan Hêvîyê û xêrxwaz ji bo avakirina mizgeftê kir.

Piştî vekirina mizgeftê bi dehan zarokan li mizgeftê Qur'an xwendin. Piştî bangê li mizgeftê nimêj hat kirin. (ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir