• DOLAR 32.96
  • EURO 35.393
  • ALTIN 2453.68
  • ...
Şehîd Henîfî û Fûad nehatin jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cînayetên PKKê, yên ku ji salên 1980an heta niha kiribûn nehatin jibîrkirin.

Rêxistina ku di 1978an de hatibû damezrandin, xelkê Kurdê mezlum bi pîrek, zarok û îxtîyarî qetil kir.

PKKê di êrîşên xwe de hedef nedigirt, ji ber vê yekê di hafizeyên malbatan de meseleyên jandar hêşt.

Di salên ku dijminên Îslamê li hemberî mirovên dîndar li benda firsendê bûn de Fuat Yaşasın ê ku tenê 16 salî bû û hevalê wî Hanifi Poyraz ê 19 salî di êrîşa xayinan a 19 Îlona 1992 de şehîd bûn.

Şehîd Henîfî Poyraz û Fuat Yaşasîn tevî 31 sal di ser şehadeta wan re derbas bûne jî nehatine jibîrkirin.

Şehîd Fuat Yaşasîn neviyê bapîrê alim e, di sala 1976an de li navçeya Farqînê ya Dîyarbekirê ji hat dinyayê. Yaşasinê ku hîna di dibistanê de ketibû atmosfera xwendinê ya Îslamê, ji ber meraqa xwe ya zanistî û exlaqê xwe ciwanek bû ku ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin.

Hevalê wî Henîfî Poyraz ku 3 sal jê mezintir bû, zarokê malbateke dewlemend bû. Poyrazê ku di salên dibistana navîn de bi Doza Îslamê re hat nasîn, bi devoka xwe ya baş, dilovanî û exlaqê xwe yê baş dihat naskirin.

Dema dîroka 19ê Îlona 1992an nîşan da, şehîd Henîfî û Fûat bi hinceta lîstikan di qehwexaneyekê de rûniştibûn li pey wan hatin û li kêleka Şaredariya Farqînê di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bûn.

Dema ku xwîna wan li erdê ket Şehîd Fuat 16 salî û Şehîd Henîfî jî 19 salî bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir