• DOLAR 34.266
  • EURO 36.99
  • ALTIN 3032.618
  • ...
Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li ber Pasaja Zêrfiroşan a Meydana Komarîyê ya li navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, welatîyê bi navê Necmettîn Atiz di seat derdorê 11.30yan de, ji ber sedemeke ku hêj nediyare dûçarê êrîşa çekdarî hat.

Mirovên ku dîtin Atiz dûçarê êrîşa çekdarî bûye, ji ekîbên tenduristîyê re xeberê şîyandin.

Ekîbên ku ji cîhê bûyerê re hatin sewqkirin, diyar kirin ku Atiz canê xwe ji dest daye.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir