• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Kuweytê ji Iraqê re notaya protestoyê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyaniya nerazîbûnê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Kuweytê bo Karûbarên Cîhana Erebî, Balyozê Kuweytê Ehmed El-Bekir ve, radestî Balyozê Iraqê li Kuweytê El-Manhel el-Safî hat kirin, ku bo Wezareta Derve ya Kuweytê hatibû vexwendin.

Di 4ê Îlonê de Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar dabû ku Peymana Sînor a Hor Ebdullah ku di sala 2012an de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin û di sala 2013an de hatibû pejirandin, betal bû.

Di sala 1990an de piştî îşxalkirina Iraqê ya li ser Kuweytê, bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1993an de sînorê bejahî yê di navbera Iraq û Kuweytê de hat diyarkirin, lê xêzkirina sînorê deryayê ji herdu welatan re hat hiştin.

Di vê çarçoveyê de Peymana Hor Abdullah di sala 2012an de hatibû îmzekirin û di sala 2013an de hatibû qebûlkirin.

Xor Abdullah wekî rêyek avê ye ku li bakurê Kendava Farisî di navbera giravên Bubiyan û Verbe yên Kuweytê û nîvgirava El-Fav a Iraqê de ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir