• DOLAR 32.319
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2449.111
  • ...
Ji ser zimanê hevaldozên wî Mele Mustafa Durgun-2
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê fedekarî, girêdaybûna wî ya ji doza wî re û cehda Seyda Mele Mustafa Durgun de Endamê Sazîya Bireveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulquddus Yalçin, Tewfîq Şanliyê welatîyê gundê Bozekê û Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer axavtinan kirin.

Mele Muhammed Ozer di axavtina xwe de îfade kir ku ew çend seat berîya wefata seyda Mele Mustafa Durgun wî zîyaret kirîye û got ku “Xwedê bila ji Mele Mustafa re rehma xwe bide û wî bi ceneta xwe bişeref bike.”

“Wî digel emrê xwe yê zêde dawîya emrê xwe yê 15-20 salî di medreseyê de piranîya wexta xwe ji xwendekarên biçûk re cuda dikir”

Mele Ozer di axavtina xwe de weha got, “Mitleqe gelek zêde xususîyetên wî hene lê ez dixwazim ku qala 2 xusîsîyetên wî yên ku min gelek tesîrdar kirîye bikim. Ya yekem, helwesta wî di rêya Îslamê de rast bû. Yanê dema ku sînorên Îslamê dihatin derbaskirin tu dem bê deng nedima. Bêtawîz bû, tawîz nedida û îtîraz dikir. Ev xususîyeta wî derdiket pêş. Xususîyeta wî ya duyem jî, dema ku ÎTTÎHADUL ULEMA vebû ew emrê xwe yê dawîn 15-20 sal di medreseyê de bi xwendekarên hazirîyê ya biçûk re derbas dikir. Yanê ew piranîya wextê xwe ji wan zarokên biçûk re dida. Ew bi sebir, merhamet û şefqetê bi zarokan re eleqeder dibû. Hemû zarokên ku ew 15-20 salan bi wan re eleqeder bûn di cenazeyê de bûn. Yanê ew neslekî perwerde kir û li pey xwe neslekî hêşt. Heta ku ev nesil dewam bike bi îzna Xwedê ew ê deftera ‘emel a seyda vekirî be û bi xêrê bê yadkirin.”

Mele Muhammed Ozer

Mele Ozer derheqê zîyareta ku berîya wefata Seyda wî zîyaret kiribû de axivî û weha got, “Berîya ku seyda wefat bike min biro wî zîyaret kiribû. Dema ku min wî zîyaret kir ji min re got ‘Bila ÎTTÎHADUL ULEMA ji cenazeya min re xwedî derkeve.’ Wek ku hûn jî dît hemû alim û seydayên ÎTTÎHADUL ULEMAyê û xwendekarên medreseyê li wê derê amade bûn. Me wî bi xetim, zikir û tekbîran defin kir. Ya duyemîn jî ji min xwest ku bi navê wî ji cemaetê re silav bikim. Me silava seyda ji derdorê wî û medreseyan re gihand. Min wefata seyda bişev di seat 22.00an de bihîst. Wê demê min hîs kir ku ulemayekî yê ku ew ê cîhê wî vala bimîne ji vê dinyayê koç kirîye. Seydayên me, alimên me, endamên me, miderrisên me û  telebeyên me yên ÎTTÎHADUL ULEMAyê hene lê ew ê cîhê seyda daîma vala bimîne. Malumê we ye her alimekî yê ku diçe li wê derê di cîhê wî de valahî dimîne. Valahîya ku seyda ji me re hêştîye ew ê daîma vala bimîne. Xwedê rehma xwe li wî bike.”

“Ji ber ku axavtinên wî ji dil û bi bawer bû gelek tesîrdar bû”

Mele Abdulquddus Yalçin jî derheqê Seyda de axivî û weha got:

“Berîya salên 2000î de dawetên Îslamî dihatin kirin. Dawetên me jî bi armanca teblîx û îrşadê bû û di dawetên me de şexsîyetên muhîm dihatin cem hev, bi hev re û bi mirovên derdorê re sohbetê dikirin. Bi vê wesîleyê birastî jî gelek însanan bi Îslamê re dihatin naskirin. Dawetan di meydanan de dihatin kirin. Wê demê saz tinebûn, bi tenê şiîrên bi mene hebûn. Temamê şiîran jî di nav xwe de peyamên Îslamê dihewandin. Wê demê dengê min xweşik bû ji ber vê yekê hevalan min derdixistin sehneyê û min şiîran dixwend.”

Mele Yalçin di berdewama axavtina xwe de weha got, “Min bi seyda re li gundê Bozekê di dawetekî de hev nas kir. Dûre me di dawet û tezîyeyan de hevdû didît. Dema ku ez ji Sûsayê re bi peyivdar beşdarî bûbûm hevnaskirina me hinek dinê jî pêşve çûbû. Wexta ku bavê min rehmet kir seyda û Mele Sîraç hatin şîna bavê min. Li wê derê hefteyekî man û di wê dewrê de me hev gelek baş naskir.”

Mele Abdulquddus Yalçin

Mele Yalçin bal kişand ku xususîyeta nîşandar ya seyda bêtawîz bûna wî bû û dûre weha got, “Ger ku dilê alîyê dinê bimana jî seyda bêtawîz bû. Wê demê Bismil cîhê PKKê bû. Xelk û ola ku di holê de bû jî di bin destê wan de bûn. Rojekî Seyda qala hakimîyeta Îslam û Quranê kir. Meleyekî jî li wê derê ji Seyda re weha pirsî ‘Belê ev ê vêya kê bike?’ Seyda jî ji wî re weha bersivê da, ‘Em ê bikin em!’ yanê axavtina seyda gelek bitesîr bû. Çîmkî bellî bû ku ew ji dil û can diaxivîya. Birastî jî însanên ku hatibûn li wê derê tesîrdar bûbûn. Gelek kes axivîn lê axavtina seyda gelek cuda bû. Li ser mirovên ku hatibûn şînê û malbata me tesîra wî gelek zêde mabû.”

“Seyda gelek li ser Quranê dilerizîya. Ew tecwîdê gelek baş dizanibû, dengê wî jî xweşik bû”

Mele Yalçin derheqê pêvajoya mihacerata ku bi hev re derbas kirine de jî axivî û weha axavtina xwe zêde kir, “Di salên 2000an de li ser Misilmanan zor û tadeyekî zêde hebû. Ti Misilmanekî rehet  nebû. Hemd ji Xwedê re me jî hinek jîyana mihaceratîyê jîyan kir û bi mecbûrî wazîfeya xwe, welatê xwe û xizmên xwe terk kir lê rewşa seyda gelek cuda bû. Wî malbata xwe winda kir û eleqeya wî bi temamî qut bû. Seyda wextekî di mala me de wextekî jî di malekî dinê de ma. Dema ku seyda di mala me de ma min dît ku seyda yekî mutewazîye. Dema ku ji derve te lê binêrta heşa tuyê bigota qey seyda yekî qûre bû feqet dema ku em bihev re man min dît ku seyda yekî mutewazî ye.”

Mele Yalçin îfade kir ku Seyda Mustefa Durgun yekî mutewazî û bi xîret bû, ew yekî bêtawîz bû û yekî bihenek bû.

Mele Yalçin weha got, “Seyda yekî gelek bihenek bû. Ji ber ku zarokên xwe winda kiribû dema ku karekî çêbibûne hema bi lez digot ‘ez heme’. Wî di vî warî de weha digot, ‘Ha ez li malê mame ha jî li ber garisê bûme, ji xwe mala min tineye’ Seyda li ser Quranê gelek dilerizîya. Bi teybetî ew tecwîdê gelek baş dizanibû û dengê wî jî gelek xweşik bû. Ji zarokan re dersa Quranê dida. Dûre dema ku di mala xwe de dima ji cemaeta re dersa Quranê dida û bi gelek kesan re eleqeyên ciddî û dostîtîyê dikir.”

Mele Yalçin di dawîya axavtina xwe de weha got, “Hemd ji Xwedê re ku medresyên me vebûne. Dema ku medrese vebûn heta ku ji destê wî dihat wî di medreseyan de dersan dida. Wê demê jî seyda mitleqe dixwend. Dema ku em ji bo lazimatîyên xwe derdiketin derve, wî jî kitêbeke tefsîrê hebû bi 4 cîldan bi xwe re digerand û dixwend. Xeyn ji vêye me kitêbên erebî ya Fiqihê di mala wî de mizakereyê dikir. Bi tevî vana ew nexweş bû nexweşîna wî ya; şekir, prostat û qelb hebû û tim û tim diçû doxtor. Digel vêya ew wek ciwanan bû. Em ji wî razî bûn û me ji wî jî gelek îstîfade kir. Heqîqeten ew wek çandî, mekteb û medreseyê bû. Bila Rebbê min ji wî razî be. Bila Rebbê min bi rehma xwe pê miameleyê bike. Me jî û wî jî bi şehîd û salihan re heşir bike.”

“Wî digot ‘Ez ne zilamê zekatê me, rizqê min Xwedê dide’ û zekatên ku ji wî re dihatin qebûl nedikir”

Tewfîq Şanliyê şênîyê gundê Bozekê derheqê Seyda de axivî û weha got, “Min ji berê ve Seyda nas nedikir. Ew dihat gundê me û di gundê me de meletîyê dikir. Dema ku dihat gund, me dianît cem hev, derheqê Îslam û Quranê de dixebitîya. Ew mucahîdekî Îslamê bû, yekî cesûr bû. Ji tu kesê neditirsîya û fedî nedikir. Alimekî bi qîmet bû. Em hemû gundîyan dema ku wî naskir bi rastî jî me wî hez kir.”

Şanli bal kişand ku Mele Durgun tamahê malê dinyayê nedikir, derheqê eleqeya wî ya ji zarokan re de weha got:

Tewfîq Şanli

“Mala wî li navçeya Erxenîyê bû. Dema ku dihat gundê me berîka xwe bi şekiran tijî dikir, ji zarokên ku di têketina gun de diçûn pêşîya wî re belav dikir. Wisa bûbû ku roja Înê zarokan li bêvîya wî bûn û bi kêfa digotin ku ‘Îro În e, ew ê seyda were, şekiran belav bike’ û diçûn pêşkêşî wî dikirin. Tu dem ji tu kesî re minetê nedikir, pereyên zekatê yên ku xelkê dida wî qebûl nedikir. Wî digot ‘Ez ne zilamê zekatê me, rizqê min Xwedê dide’ û zekatên ku ji wî re dihatin qebûl nedikir. Dema ku li Erxenîyê di mizgeftekî de wezîfeyê dikir yekî hat ji wî re zekatê da. Wî, zekatê nestand û got ‘zekat li min nakeve, bidin feqîran.’ Dûre wê kesê ku zekatê da weha got, ‘Wallehî îmana seyda wek Erxenîyê ye’”

Şanli di dawîya axavtina xwe de weha got: “Seyda, bişev û biroj ji bo doza Xwedê dixebitîya. Daîma dihat malamin û min jî wek birayê xwe wî hez dikir, ew jî min hez dikir. Xwedê, me ji bereket û îlma wî mehrûm nehêle. Seyda rihê xwe, ji bona doza Xwedê û Quranê feda kiribû. Malê wî jî tinebû, ger ku ew zekatê bistanda wê yekî dewlemend bibûna. Tenê ew hebû, mala wî jî tinebû. Wek sehabîyekî du heb lihêfa wî hebû an jî tinebû. Ji bo doza Xwedê gund bi gund digerîya û Îslamê qal dikir. Heta dawîya nefesa xwe jî rihê xwe ji bo doza Xwedê û  Resûlê Xwedê da. Bila Rebbê min me ji bereket û xêra wî mehrûm nehêle.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir