• DOLAR 32.494
  • EURO 34.713
  • ALTIN 2409.308
  • ...
Karwana Hêvîyê li Rihaya herêma afetê alîkarîya qirtasîyeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê yê ku di dilê malbatên mihtac de bi xebatên xêrê cîh girtîye, li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê a ku ji afeta lehî û erdhejê tesîrdar bûye di dibistanekî de ji bi dehan zarokan re amûrên qirtasîyeyê belav kir.

Wezîfedarên Karwanê Hêvîyê, ji bi dehan xwendekaran re; çenteya ku di nav wê de amûrên qirtasîyeyê hene belav kir.

Serokê Komeleya Karwanê Hêvîyê ya Rihayê Mahmut Çelîk derheqê xebatê de axivî û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê ji bo zarokên xwe yên ku ji sala perwerdehî û hînkirina 2023-2024an dest bi dibistanê kirine re alîkarîya amûrên qirtasîyeyê dikin. Alîkarîyên me li Rihayê û herêmên erdhejê tê kirin û berdewam dike. Em ji xêrxwazên ku di vî warî de ji me re alîkarîyê kirine re teşekur dikin. Em ê niha ji bi sedan xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê bikin. Lê ger ku îmkana me zêde be em ê ji bi hezaran xwendekaran re vê alîkarîyê bikin. Ev îmkan jî bi alîkarîya xêrxwazan dibe. Li Rihayê hejmarê malbatên ku feqîr û mexdûr in gelek zêde ye, em jî dixebitin ku xwe bighêjînin hemû kesan. Em li hêvîya alîkarîya xêrxwazane  û bila Xwedê ji hemû kesên ku ji me re alkarîyê kirine re razî be.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir