• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Nîjadperestî hizûr û aştîya civakê tehdît dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Mêrsînê û Serokê Polîtîqayên Ciwanê ya HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê a ku di Meclîsê de lidarxist de derheqê meseleyên Mêrsînê de jî axivî.

Dînç, di axavtina xwe de îfade kir ku ew sala nû ya perwerdehîyê ji bo xwendekar, mamoste û malbatan daxwazîya xêrê kir.

“Her roja ku diçe em hîs dikin ku hewce ji makeqanûneke nû, sîvîl û adîl re heye”

Dînç di axavtina xwe de bal kişand ku divê makeqanûneke sîvîl û adîl bê çêkirin û dûre weha got, “Em di salvegera 12ê Îlonê de ne. Tirkîye bû 40 sal e bi makeqanûna darbekeran ve tê îdarekirin. Her roj ku diçe em hîs dikin ku hewce ji makeqanûneke nû, sîvîl û adîl re heye. Sazîya sîyasetê divê di ev dewra îdareya nû de makeqanûneke nû, sîvîl û adîl çêbikin. Ez bi vê wesîleyê Mele Mustefa Durgunê ku di derbeya 12ê Îlonê de jî hatibû darizandin wefat kirîye bi rehmet yad dikim. Ji wî re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji xizm û hevaldozên wî re jî sebrê daxwaz dikim.”

“Ji ber hilweşîna exlaqê can û malê welatîyan di bin tehdîdê de ye”

Dînç derheqê du meseleyên muhîm yê ku memleket eleqeder dike de jî balan kişand û weha got:

“ ‘xerabûna exlaqê’ ku hizûra civakê tehdît dike û ‘neyartîya biyanî’ ya ku ji teref hinek derdoran ve tê sorkirin demeke dirêj e di rojevê de ye. Hilweşîna exlaqê her roj ku diçe ji alîyekî xerab ve diçe. Ji ber eraq, leyîstikên computerê, meddeyên hişbir, qûmar û tiştên wek vana ji bo civaka me bûye rewşeke xerab. Zarokên me yên di nav malbatê de bi nirxên exlaqê nehatine perwerdekirin wek mirovên ku meyla wan ji sûcê re heye mezin dibin. Ciwanên ku di emrên xwe yên zarokatîyê de ji hev re zerarê didin û hetta meseleyên wisa çêdibin ku bi mirinê encam dibe pêk tênê. Ev jî ji me re xeber dide ku exlaq hildiweşe. Divê dewlet li hember van rastîyan tedbîran bigre, ji bona ku pêşîya rêxistinên sûcê bê girtin di mueyyîdeyan de guhertin bên kirin.”

“Meseleya penaberan divê bi polîtîqaya însanî bê çareserkirin”

Dînç bal kişand ku nîjarperestî hizûr û aştîya civakê tehdît dike, dûre wî weha axavtina xwe zêde kir.

“Li Tirkîyê bi pêşengîya hinek sîyasetmedaran neyartîya penaberan tê kirin û ev rewş jî gihaştîye rewşeke talûke, rasterast ji êrîşa li dijî netewe û nefretê re veguherîyaye. Di vê erdnigarîyê de bi sedsalan e gelek komên nîjadî di nav hev de jîyankirine. Polîtîkayên înkar û cudakeriyê yên ku di dîrokê de li dijî hinek komên etnîkî hatine destpêkirin, gelek neyînî bi xwe re anîne. Divê mirov careke din nekeve vê xefikê. Çeteyên ku ji aliyê siyasetmedaran ve tên provokekirin û berpirsyar in ku civakê bi rê ve bibin û aştiya civakî bi rê ve bibin, li kolanan nêçîra biyaniyan dikin, gelek biyaniyên bêguneh tên lînçkirin û wêneyên kêliya tundiyê li her derê tên nîşandan. Mixabin rayedar li hemberî van kiryarên ku aştiya civakî dike hedef tedbîrên têr nagirin, berovajî vê jî tê îdiakirin ku penaxwazên ku gilî dikin belgeyên pêwîst hebin jî tên dersînorkirin. Pirsgirêka penaberan divê bi siyaseteke însanî bê çareserkirin û desthilatdarî ji ber bandora hestên li dijî penaberan ên ku ji aliyê hin koman ve tê gurkirin, helwesteke berevajî mafên mirovan negirin. Divê destûr neyê dayin ku tu nijad û ziman neyê paşxistin û kiryarên ku ji bo têkbirina aştiya civakî bê ceza neyên hiştin. Divê neyê jibîrkirin ku kampanyaya nîjadperestî ya bi plankirî ya li welat hatiye destpêkirin, ne tenê di warê însanî de dê encamên siyasî û aborî jî bi xwe re bîne.”

Dînç derheqê pirsgirêkên Mêrsînê de jî axivî û diyar kir ku li Mêrsînê piştî koçên ku ji ber erdhejê girtîye krîza qonitan derhetîye holê.

Faruk dînç berdewam kir û îfade kir ku divê li Mêrsînê bajara tekstîlê bê avakirin û sîteya naqlîyeya li bajêr jî bê nûkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir