• DOLAR 34.134
  • EURO 38.212
  • ALTIN 2917.234
  • ...
Li Zongildaxê di kana madenê de hilweşîn: 1 mirî, 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh di seat 13.45an de di kana madenê de teqînek pêk hat.

Karkerên ku rewşê ferq kirin ji ekîban re xeberê şîyandin û li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, UMKE, polês, cenderme, îtfaîye, tenduristî û ekîbên Tehlîsîyeya TTK hatin sewqkirin.

Ekîbên Tahlîsîyeya TTK, ji bona ku karkeran xelas bikin ketin nav kana madenê.

Di encama xebatê de 7 karker ji kana madenê hat derxistin û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Ramazan Yildirimê ku 25 sal e di madenê de karker e, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat îfadekirin ku birîndarên dinê ji nexweşxaneyên Ereglî û Zongildaxê re hatin rakirin û tedawîyên wan jî berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir