• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê bûdçeyê de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima vekirina sala nû ya xwendinê de  derheqê bi şiklekî kamil neşandina budçeya Herêma Kurdistanê de nirxandinan kir.

Barzanî di nirxandina xwe de got ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan ew plan dikin ku serdana Bexdayê bikin û wiha got:

“Sebirkirin nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê lawaz e. Berevajî vê yekê, ji ber ku em hewl didin ku bira pirsgirêk li alîyekî dinê neçe. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin û mafên îqtîsadî û destûrî yên xelkê Kurdistanê bi dest bixin.”

Barzanî di berdewam nirxandina xwe de diyar kir ku di serdana xwe ya bo Bexdayê de wan xwestiye bi aliyên siyasî re bicivin û bizanin çima bi vî rengî bersiva xelkê Kurdistanê hatiye dayîn û dûre wî weha axatina zêde kir:

“Xelkê Kurdistanê hemû, xelkên Iraqê hembêz kiriye. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû xelkên Iraqê mafên îqtîsadî yên xelkê Kurdistanê biparêzin. Em dixwazin bizanin çima siyaseta birçîkirina gelê Kurdistanê dimeşînin. Em serkeftina Herêma Kurdistanê wek serkeftina hemû Iraqê dibînin û geşepêdana îqtîsadîya wê jî pêşketina îqtîsadîya hemû Iraqê dibînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir